
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a 1. konferansa xwe bi dirûşma “Aboriya Civakî Bingeha Serkeftina Neteweya Demokratîk e” li bajarê Hesekê li dar xist. Di konferansê de xebatên salekê ya desteyê hatin nirxandin û gelek proje li gorî pêdiviyên herêmê hatin pêşniyakirin û nîqaşkirin.
1. konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bi dirûşma “Aboriya Civakî Bingeha Serkeftina Neteweya Demokratîk e” îro li hola Serdem a bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Konferans bi amadebûna hevserokên deste û komîteyên aborî û çandinyê yên Rêveberiya Xweser, nûnerên nivîsgeh û saziyên desteyan, nûnerên komeleyên kooperatîfan û gelek kesayetan, hate lidarxistin.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barudo di destpêka konferansê de axivî û girîngiya lidarxistina konferansê û armanca wê anî ziman.
Di konferasnê de rapora xebatên sala borî ya desteyê hate xwendin û nirxandin.
Di raporê de gelek proje hatin pêşniyarkirin û hatin nîqaşkirin.
Di konferansê de xebatên desteyê yên sala derbasbûyî, binesaziya rêxistinî ya desteyê hatin nîqaşkirin.
Derbarê konferansê, armanc û plansaziya wê de, cîgira hevserokatiya Desteya Rêverber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê ji televizyona me re axivî.