Moskow bi mûşekên Balistîkî tirs xist dilê welatên rojava

Ûkrayna rojeva cihanê ye.Di heman demê de, weke nîşaneya derketina şerê sêyemîn yê cîhanê jî tê dîtin. Li sînorê welat, tetbîqatên Rûsya û Belarûs metirsiyek mezin daye avakirin. Rêveberiya Kîevê bangn li Ewropa dike ku wan bigrin nava NATO. Di nava van aloziyan de, bi hezaran welatiyên herêma Donbassê ji cih û warê xwe koçber dibin.

Bombeyek bi têrê dike ku bi hezaran kes werin kuştin.

Ev metirsî bi rojane li sînorê Rûsya û Ûkrayan heye.

Doh Rûsya bi mûşekên balistîkî metiresiysek zêde dabû avakirin.

Li bejahî mûşek hatin ceribandin.

Asîmanên sînorê Rûsya qet ji balafiran kêm nebû.

Li nava deryayê, Moskow careke din hêza xwe nîşan da.

Ji Kanada ji bo Ûkrayna sewqiyatên nû yên piştevaniyê pêk hatin

Kîev a vê rastiya metirsîdar a Moskow dibîne, jî ranaweste.

Li sînorên Ûkrayna yên bi Rûsya re tevgereke zêde ya laşkerên Kîevê jî xuya dike.

Welatên Rojava jî sewqiyatên ji bo piştevaniya Ûkrayna didomînin.

Herî dawî wezareta Parastinê ya Kanada beşeke din a cebilxaneyê gihand Kîevê.

Lê metirsiya li welat didome.

Li herêma Donbasê rewş aloz dibe, sivîl berê xwe didin Rûsya

Ji ber tirsa li herêmê bi hezaran kes berê xwe dan xaka Rûsyayê.

OSCE: Li herêma Donbassê 1.500 caran agirbest hatiye binpêkirin

Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) diyar kir ku li herema Donbassê ya di bin kontrola hêzên alîgirê Rûsyayê de ye, di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 1.500 carî agirbest hatiye binpêkirin.

Belarûs: Tetbîqata me ya li gel Rûsya wê dewam bike

Wezareta Parastinê ya Belarûsê jî aloziya li Donbassê kir hincet û diyar kir ku wê tatbîqatên leşkerî yên bi Rûsyayê re dewam bikin.

Ewropa: Rûsya xwe ji bo şerekî mezin amade dike

Îngilistan jî amadekariyan ji bo pêkanînên aborî dike.

Serokwezîr Borîs Johnson îdîa kir ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn Rûsya xwe ji bo şerê herî mezin amade dike

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku weke hewldaneke dawî wê bi Vladimir Putin re hevdîtinê bike.

Zelensky: Em li Ûkrayna Ewropayê diparêzin

Li aliyê din Konferansa Ewlehiyê ya Mûnihê di roja sêyemîn de dewam dike.

Di konferansê de Serokkomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky axivî û careke din daxwaz endamtiya NATO yê kir.

Zelensky wiha got, “Divê NATO derbarê mijara endamtiya Ûkraynayê de rast nêz bibe.

Ewlekariya welatên Ewropa jî li ber têkçûnê ye.

Em li Ûkranynayê, Ewrapoyê diparêzin.

Bombeyên ku li Ûkrayna dikevin heman demê ji bo Ewropa jî gef in”

Amerîka: Ger Rûsya êriş bike wê cezayên giran li ser bê ferzkirin

Cîgira Serokê DYA Kamala Harris jî bal kişand ser îhtimala êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna yê.

Harris diyar kir ger êrişêk ji aliyê Rûsyayê ve pêk were ewê pêkanînên ku wekî wê nîne li ser ferz bikin û got:

“Armanca hebûna leşkerên me yên li herêmê ne ji bo şer e.

Armanca me parastina her bostek axa welatên endamên NATO’yê ye.”

 

Back to top button