PEYAMA RÊBER OCALAN JI BO ÇALAKGERAN

Parêzerên Rêber Ocalan herî dawî 22’ê Gulanê hevdîtin li gel muwekîlê xwe pêk anîn.
Rêber Ocalan di hevdîtina xwe de peyam ji çalakgerên greva birçîbûnê re şand û got;
Li bendê me ku çalakî bi dawî bibe.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Nevroz Ûysal, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Tûrgût li Stenbolê derketin pêşberî çapemeniyê û peyama Ocalan a li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ragihandin.

Peyama Rêber Ocalan a ji bo çalakgeran wiha ye:

Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronkahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min , li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe.

Bi dilrehetî diyar dikim armanca we ya ji bo min diyar kiribû bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavahiyî li we dikim.

Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.

Li gel hezkirina bêdawî û slavên min.

Rêber Ocalan

Leave a Reply

Back to top button