1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû

Konferansa yekem a Desteya Aborî û Çandiniyê duh bi encamnameyekê bi dawî bû.
Li gorê wê, Meclisa aborî ya bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were avakirin û pêdiviyên çandiniyê di demên wê yên guncaw de, werin dabînkirin. 

Konferansa yekem a Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh pêk hat.

Konferans li Hesekê û bi beşdariya 150 delegeyî bi rêve çû.

Slogana konferansê jî “Aboriya Civakê Bingeha Serkeftina Neteweya Demokratîk e ” bû.

Piştî axaftin, xwendina rapora salê û nîqaşên beşdaran, encamnameya konferansê hat eşkerekirin.

Li gorî wê,

– Meclisa aborî ya bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin:

– Piştgiriya bi pîşesaziyên darayî re bi rêya madeyên çandiniyê were zêdekirin.

– Stasyonên sotemeniyê yên taybet bi beşa çandiniyê, werin nûkirin.

– Şaxên kampanya Newroz werin zêdekirin.

– Pêdiviyên çandiniyê di demên wê yên guncaw de, werin dabînkirin.

– Giştînameyên têkildarî kolandina bîran ji nû ve di ber çavan re werin derbaskirin.

– Nivîsgehên serjimariyê yên taybet bi sewalvanî û rûberên çandiniyê, werin çalakkirin.

– Rêvebirina milkên giştî ku parastina wê ji destdirêjiyan were kirin, çalak bibe.

– Daneyên avê bi rêya perspektîfên li ser avdanê bi rêbazên nûjen werin birêvebirin.

– Xebat li ser sererastkirina bendan û kenalên avdanê were kirin.

– Bernameyeke televîzyonê hefteyê se’etekê were amadekirin ku mijarên aboriya civakî werin nîqaşkirin.

– Belavok têkildarî aboriya civakî werin derxistin.

Back to top button