Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî roja zimanê dayikê ya cîhanî li pêkhateyên herêmê pîroz kir.
Desteya perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê rojê de daxuyaniyek da û li pêkhateyên herêmê pîroz kir.
Desteyê diyar kir ku ji bo parastin û bihêzkirina civakeke pirzimanî û pirçandî desteya perwerdeyê pergala perwerdeya pirzimanî didomîne.
Desteyê da zanîn ku ji ber ziman hîma bingehîn a hebûna civakan e û giringiya bidestxistina zanist û heşînkirina kesayeta zarok a civakî û çandî
Desteyê bang li rêxistinên navnetewî kir ku li rêgezên xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin yekemîn ezmûn a pergala perwerdeya pirzimanî li Rojhilata Navîn.