GUHERTINA DEMOGRAFIYA LI EFRÎNÊ BERDEWAM E

Dewleta Tirk a dagirker di guhertina demografiya Efrînê de dewam e.
Çeteyên bi navê Emşat malbatên çeteyên ku anîne Efrînê bi malbatên çeteyên ji Hemayê pev diguher.

Çavdêriya Sûrî Ya Mafên mirovan ragihand ku çeteyên bi navê Emşat ên dewleta Tirk a dagirker nema dizane çibikin.

Ji malbatên çeteyên ji Hemayê ku ji ber şer reviyane, êdî bi malbatên çeteyên ji Humsê yên ku li Efrînê hatin bicihkirin, têne guhertin.

Çavdêriyê diyar kir ku çete bi çek û zorê malbatên çeteyên ji Humsê li navçeya Şêx Hedîd ji malan derdixe û wan bi malbatên çeteyên ji Hemayê pev diguhere.

Leave a Reply

Back to top button