Ibrahîm Şêxo: Ji destpêka salê ve 96 kes hattine revandin

Tenê ji destêka salê ve li Efrîna dagirkirî 96 kes hatine revandin.
Di nava van de, 11 jin û 5 jî zarok hene.
Ji bilî wê, 5 hezar darên zeytûnan hatine birîn û 9 cihên şûnwarî jî hatin wêrankirin.
Ev bîlanço jî ji a liyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ve hat eşkerekirin. 

Rojane behsa sûc û kirinên çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî, tê kirin.

Rojek tenê jî bêyî sûcên wan, li ser şêniyên Efrînê derbas nabe.

Hemû jî li ber çavên hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî pêk tên.

Tenê di nava mehek û 20 rojan de, 96 kes ji Efrînê hatin revandin.

Ev yek ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê ve hat belgekirin.

Berdevkê rêxistinê Ibrahîm Şêxo, bîlançoya sûcên dawî yên çeteyên Tirkiyê li Efrînê ji ajansa Hawarê re eşkere kir.

Ibrahîm Şêxo kirin û sûcên van çeteyan wiha rêz dike:

Ji destpêka sala 2022`yan ve, 96 welatî ji wan 11 jin û 5 zarok, hatine revandin.
10 şênî li ser destên van çeteyan hatin kuştin.
Zêdetirî 5 hezar darên zeytûnan hatin birîn.
9 cihên şûnwarî hatin wêrankirin.

Ibrahîm Şêxo: Niha zêdetirî 18 baregehên Qeterî û Kiwêtî hatine avakirin

Li ser avahiyên mêtingeriyê yên dema dawî li Efrînê tên avakirin jî, Şêxo dibêje:

“Zêdetirî 18 baregeh ji aliyê komeleyên Qeterî û Kiwêtî yên îxwanî ve hatine avakirin.

Herî dawî jî komeleyên filistînî bi destekdayîna dewleta Tirk, hatin avakirin.”

Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk wek ku di dîrokê de kiriye, bi hemû hêza xwe hewl dide Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê dawiyê jî piştrast kir ku çeteyên Tirkiyê yên li Efrînê demên berê çeteyên DAIŞ`ê bûn û got:

“Digel paşguhkirin û bêdengiya civaka navneteweyî wê ev sûc û binpêkirin dewam bikin.”

Back to top button