Balafirên şer ên Tirkiyê çiyayê Kurejaro yê Şêladizê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker êriş û bombebarankirina çiyayên Başûrê Kurdistanê didomîne. Balafirên artêşa dagirker çiyayê Kurejaro ya ser bi Şêladizê ve, bombebaran kir. 

Ajansa Rojnewsê ragihand “Balafirên şer ên dewleta Tirk, îro se’et 09:30’an, çiyayê Kurêjaro yê ser bi navçeya Şêladizê ya Dihokê ve, bombebaran kir.”

Der barê ziyanan de, heya niha ti agahî bi dest nektine.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê her dewam in.

Ya herî dawî jî, 16’ê Sibatê bû.

Hingî jî gundê Sitê yê Şêladizê ku tije sivîl e, bi balafiran hat bombebarankirin.

Û welatiyê bi navê Hiseyîn Heyder Steyî (Hiseyîn Rêkanî) yê 50 salî jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku ev êriş rojane pêk tên jî, heta niha rayedarên Başûrê Kurdistan û yên Bexdayê ti helwest nîşan nedane.

Back to top button