Receb El-Muşrif: Xebata me ya pêşîn fêrbûna bi zimanê dayikê ye

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Receb El-Muşrif jî der barê vê rojê de dibêje:
“Perwerdeya bi zimanê dayikê xebata me ya pêşîn e.”
Endamê Rêveberiya SZK’ê Ferhad Mûsa jî anî ziman xwendina bi zimanê dayikê mafekî rewa û jêneger e.

21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Receb El-Muşrif bi vê boneyê ji ajansa Hawarê re axivî.

Receb El-Muşrif anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayikê xebata wan a pêşîn e û got:

“Li herêmê şêniyên Ereb bi erebî fêr dibin, yên Kurd bi kurdî û Suryan jî bi zimanê suryanî fêr dibin.

Armanca me ji vê stratejiyê derfetê bidin pêkhateyên cûda ku bi zimanê dayikê bixwînin û binivîsînin.

Em dikarin bi rêya vê stratejiyê mafên jiyanê bidin hemû pêkhateyan.”

Receb El-Muşrif bal kişdad li ser qedexekirina hikumeta Şamê ji fêrbûna bi zimanê Kurdî û got:

”Hikumeta Şamê hebûna pêkhateyên din red dikir û derfet nedida Kurdan ku fêrî zimanê xwe bibin.”

Endamê Rêveberiyê SZK’ê Ferhad Mûsa: Xwendina bi zimanê dayikê mafekî rewa ye

Ji bo vê rojê, endamê Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Ferhad Mûsa jî axivî û tekez kir ku xwendina bi zimanê dayikê mafekî rewa û jêneger e.

Têkildarî siyasetên pişaftinê yên ku li dijî gelê Kurd hatine û tên meşandin jî Ferhad Mûsa ev got:

Ferhad Mûsa rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand.

Back to top button