Murad Karayilan: Reşîd Metîna di welatparêziyê de nimûne bû

13’yê Sibatê welatparêzê Kurd Reşîd Metîna jiyana xwe ji dest da.
Endamê komîteya navendî ya PKK Murat Karayilan nameyek ji malbata wî re şand û sersaxî xwest.
Karayilan di nameya xwe de dibêje:
“Em ê her tim li ser şopa welatparêzên weke Reşîd Metîna û Yusif Gulo, têbikoşin.” 

Welatparêzê Kurd Reşîd Metîna yê ji gundê Metîna yê Efrîna dagirkirî, 13’yê Sibatê jiyana xwe ji dest da.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Murat Karayilan, li ser wefata Reşîd Metîna ji malbata wî re nameyek şand.

Karayilan di nameyê de sersaxî xwest û balkişand ser têkoşîna Reşîd Metîna û wiha got:

Hevalê Reşîd mirovekî paqij û durust bû.

Bi welatê xwe ve girêdayî bû.

Ew hevalê me yê kedê bû, hevalê hêviya mezin bû.

Li Efrînê, di belavbûna fikir û ramanê Apogerî de, mirov dikare bibêje du stûnên esasî hebûn.

Ji wan yek hevalê Wetanî (Ehmed Hibo) bû û yek jî hevalê Reşîd Metîna bû.

Di belavkirina fikra partiya me de, bûn delîl û wekî xebatkarekî tevgeriyan.

Murad Karayilan: Em ê tim li ser şopa welatparêzên mîna Reşîd û Yûsiv Gulo têbikoşin

Di dewama nirxandina xwe de, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Murat Karayilan ev got:

Hevalê Reşîd 83 salî bû.

Li Qamişlo, welatparêzê hêja hevalê Yusuf Gulo jî 83 salî bû.

Bêguman, ev hevalên wisa dijmin ji wan ditirse.

Ji bo wê êrîşî wan dike.

Em şopdarê welatparêzên wisa hêja ne.

Em li ser esasî pêkanîna wesiyet û hêviya wan, em ê hevaltiya rasteqîn û dostaniya nemir temsîl bikin.

Soz û peymana me ev e.

Mirov li ser welatparêzên wekî heval Reşîd, Wetanî, Kekê Şêx û şehîdên hêja heval Yusuf Gulo çi bibêje wê kêm bimîne.

Welatparêzê Kurd Reşîdê Metîna bavê şehîd Ebdulhenan Reşîd (Yeşar) ye.

Şehîd Yaşar; şoreşgerekî Kurd bû û li çiyayên Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûye.

Back to top button