Arjantîn..Ji ber şewatê herî kêm 240 milyon dolar ziyan çêbûye

Bi hefteyane li bakurê Arjantînê her duman û şewatek dijwar heye. Şewata ku li bakur-rojhilatê welat didome, ziyaneke mezin li herêmê kiriye. Rayadarên welat ragihandin ku ji ber şewata li nêzî 800 hezar hektar erdî belav bûyî, 240 milyon dolar ziyan çêbûye.

Li Arjantînê bi heyfteyane şewata derketî ne hatiye kontrolkirin.

Rêveberên Arjantînî ragihandin ku devera herî zêde ji şewatê bandor bûye jî parêzgeha Corrientes e.

Ev şewat bêtirî mehekê ye li bejahiya bakurê rojhilatê welêt dewam dike ye.

Rayedaran diyar kirin ku şewata li Corrientes tevî barana sivik a dawiya hefteyê jî li 8 herêmên cuda didome.

Rayedaran diyar kirin ku li Corrientes a li ser sînorê Paraguay û Ûrûgûayê nêzî 800 hezar hektar erd ji şewatê bandor bûye.

Ev yek bûye sedema ku herî kêm 240 milyon dolar ziyan li herêmê bibe.

Berpirsên herêmê dibêjin ji bo derbaskirina vê xisarê dibe ku pêwistî bi salan hebe.

Tevî gelek tîmên li seranserê welat ji bo vemirandina şewatê berê xwe dane herêmê, ji Brezîlya û Bolîvyayê jî tîmên agirkujiyê gihiştine herêmê.

Ji aliyê din ve meteorologan diyar kirin ku tê pêşbînîkirin, baran vê hefteyê wê bidome.

Şewatên dewam ên li Corrientes derbeke giran a aborî li herêmên gundewarî û her wiha dahata çandiniyê xist.

Ji ber şewatan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, dîmenên heywanên ku ji ber şewatê ji cihên ku lê dijîn direvin li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Di rapora ku ji aliyê pisporên Enstîtuya Neteweyî ya Teknolojiya Çandiniyê ve hat amadekirin de hat diyarkirin ku li Corrientes şewat li qadeke 785 hezar û 238 hektar belav bûye.

Ev jî tê wateya ji sedî 9’ê Corrientes ji şewatê bandor bûye.

Back to top button