Îro salvegera 31. A wefata Hejar Mukriyanî ye

Îro salvegera 31. a wefata helbestvan û wergervanê Kurd Hejar Mukriyanî ye.
Helbestvan Hejar xizmeteke giranbuha ji bo zimanê kurdî kir û gelek kurdan navê wî li zarokên xwe kiriye.

Helbestvan Hejar sala 1920’an li gundê Şerefkendê yê Mehabadê hatiye dinê.

Navê wî yê rastî Abdurrahmanê Şerefkendî ye.

Ew, birayê Dr. Sadiq Şerefkendî yê mezin e.

Helbestvan Hejar ku di nava wêjeya kurdî de xwedî cihek giranbûha ye di heman demê de wergervanekî bi nav û deng e.

Helbestvan Hejar di demek ku kurdî û wêjaya kurdî qedexe bûn, gelek berhemên edebî/wêjeyî nivîsandin.

Ji pirtûkên wî, Ala Kok û Bo Kurdistan in.

Hejar di heman demê de werger jî dikir.

Ji pirtûkên ku wergerandine, Mem û Zîn, Şerefname û Mêjûyî Erdelan.

Helbestvan û wergervan Hejar Mukriyanî 21’ê Sibata 1991’ê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

Back to top button