Bendava El Nehda Misir, Sûdan û Etiyopya aniye pêşberî hev

Li parzemîna Afrîka şerê avê ha derket wê derbikeve. Piştî hikumeta Etiyopya Bendava El Nehda ji sedî 80 tejî kir, dest bi hilberîna elektirîkê kiriye. Bendava li ser ava Nîl hatî avakirin, bandorek zêde li Misir û Sûdanê kiriye. Ji ber vê yekê, rêveberiyên Qahîre û Xertûmê diranê xwe li Etiyopya tûj kirine.

Krîza bendava el Nehda sê welatên mezin yên parzemîna Afrîka anîne pêşberî hev.

Tevî bertek û nerazîbûnên Misir û Sûdanê ji sedî 80’ê çêkirina Bendava el Nehda bidawî bû.

Etiyopyayê ragihand ku ji duh ve bendavê dest bi hilberîna elektrîkê kiriye.

Rêveberiya Addis Ababa ku armanca wê di serî de ji bendavê 375 megawatt hilberîne, israr dike ku bendavê ji bo hilberîna elektrîkê li welat tije bike.

Li aliyê din Misir û Sûdan îşaret bi wê yekê dikin ku ji bo bikaranîna ava çemê Nîl divê pêşî lihevkirineke sê alî bê kirin.

Avakirina bendava bi nîqaş 11 salin didome

Etiyopya di 2’ê Nîsana 2011’an de dest bi çêkirina Bendava el Nehda (Hedasî) kir.

Her çend ji sedî 80’ê ava Nîl ji nava xaka Etiyopya derdikeve, lê ew tenê ji sedî 3’ê yê wê sûdê digre.

Etiyopya ji bo avkirina bendava ku li rojavayê welêt li eyaleta Benîşangul Gumuzê ye û nêzî sînorê Sûdanê ye, bi qasî 5 milyar dolar e xerç kir.

Bendava bi dirêjahiya 1,800 metre û kûrahiya wê jî 140 metre ye.

Bendav xwedî wê hêzêye ku dikare 74 milyar metrekup av bigire.

Di dagirtina ewil a sala 2020’an de nêzî 4,5 milyar metrekup av di bendavê de mabû û par jî 14 milyar metrekup av hatibû girtin.

Bendava ku bi giştî 16 turbînên wê hene, armanc dike ku di 14 turbînan de 400 megawat û di du turbînên din de jî 375 megawat elektrîkê derxîne.

Niha bendav 6 hezar û 450 megawat elektirîkê dihilberîne.

Tevî nerazîbûnên Misir û Sûdanê, gava yekem a tijîkirina bendavê di Tîrmeha 2020’an de pêkhat.

Gava duyemîn jî 5’ê Tîrmeha 2021’an despê kiribû.

Hikumeta Addis Ababa bi temamkirina bendavê armanc dike ku beşeke girîng ji pêwistiya elektirîkê ya li welêt bigire û salane 1 milyar dolar ji hinardekirina elektrîkê qezenc bike.

Ji aliyê din ve tê texmînkirin ku hilberîna elektrîkê li bendavên Misirê di navbera ji sedî 20 û 40 de kêm bibe.

Etiyopya bendavê weke mafekî rewa dibîne, lê Sûdan û Misir berovajî wê difikirin.

Pispor hişyariya wê yekê dikin ku ji ber krîza avê çareser nebûye, dibe ev yek bibe sedema derketina şerekî.

Back to top button