Brazîlya..Ji ber lehî û şemitîna axê 171 kes mirin, 126 winda ne

Li Brazîlya bîlançoya ji ber lehiya li eyaleta Rio de Janeiro giran dibe. Di encama lehî û şemitîna axê de jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 171 kesî. Her wiha hîna jî xebatên lêgerîna ji bo 120 kesên winda didome. Rêveberiya welat ji ber metirsiyên heyî, bang li welatiyan kir ku ji malên xwe dernekevin.

Li herêma çiyayî ya Petropolîs a eyaleta Rîo de Janeîroyê, ji ber barana zêde ya 15’ê Sibatê li gelek cihan ax şemitî.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku kolan, park, bazar di bin avê de man, otomobîl û otobus di bin avê de man.

Waliyê eyaletê Claudio Castro got, herêm ji sala 1932’an ve barana herî dijwar dîtiye.

Barana di nava 6 saetan de li herêma Petropolîsê bariyayî biqasî barana niva miha Sibatê ya giştî bû.

Li gorî medyaya Brezîlyayê, piştî lehî û şimitîna axê ya hefteya borî li bajarê Petropolis ê li Rio de Janeiroyê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên dilxwaz û agirkujan dewam kirin.

Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber lehî û hezazê jiyana xwe ji dest dane derket 171’an.

Her wiha 126 kes winda ne û 856 kes jî di stargehan de ne.

Şaredariya Petropolê ji ber xebatên mezin ên paqijkirina kolanan bang li welatiyan kir ku li malên xwe bimînin.

Back to top button