Çîn..Li Pekînê olîmpiyadên zivistanê yên 2022 bi dawî bû

Olîmpiyadên Zivistanê yên 2022’an ên ku li Çînê hatin lidarxistin bi merasima girtinê ya ku li Stadyuma Neteweyî ya li paytext Pekînê hat lidarxistin, bi dawî bû. Di merasîmê de ala olîmpiyatê radestî bajarên Mîlano û Kortîna yên Îtalyayê hat kirin. Li gorî vê, wê ev bajar mazûvaniya Olîmpiyadên Zivistanê yên 2026’an bikin.

Merasima girtinê ya Olîmpiyadê ji aliyê derhênerê Çînî Cang Yimou ve hat dîzaynkirin.

Di merasîmê de wêneyên ku balê dikişînin ser kêliyên hestyarî yên werzîşvanên ku di Olîmpiyadê de pêşbazî dikin, hatin pêşandan.

Nêzîkî 2,871 werzişvanên ji 91 welatan, di navbera 4 û 20’ê Sibatê de, li Çînê pêk hate de, di 15 şaxan de pêşbazî kirin.

Wêneyên ku kêliyên xemgînî, şahî, serbilindî û hevgirtina werzişvanan nîşan didin, hatin pêşandan.

Her wiha di merasîmê de, ala Olîmpiyadê ya ji bo sala 2026’an radestî Îtalya hate kirin.

Perdeya Olîmpiyadên Zivistanê ya Pekînê ya 2022’an hate daxistin.

Back to top button