Balafira şer a Îranê li nava bajar ket, 3 kes mirin

Li bajarê Tebrîzê yê Îranê, balafireke şer li dîwarê dibistanekê ket. Di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî televîzyona dewletê, balafira şer li bajarê Tebrîzê yê li bakur rojavayê welêt li taxekê kete xwarê.

Berpirsyarê Heyva Sor a Tebrîzê diyar kir ku balafir li dîwarê dibistanekê ketiye.

Di encamê de, 2 personelên balafirê û şêniyekî taxê jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberê navenda krîzê Mûhammed Bager Honarvar ragihand ku balafira perwerdeyê ya bi tîpa F-5 li gorî dema herêmê saet di 09:00 de li taxa Mûnajamê ya li navenda bajêr ketiye.

Betlayen dibistanê ya ji ber Covid-19 rê li ber metirsiyeke hîn mezintir girt.

Têkildarî ketina balafirê lêpirsîn hate destpêkirin.

Di bin sîwana Hêzên Hewayî yên Îranê de balafirên şer ên Rûs, Çînê yên ji dema beriya şoreşa Îslamî ya 1979’an û balafirên Amerîkî yên bi tîpa F4 û F5 hene.

Îranê salên dawî versiyoneke F-5, balafira şer a bi tîpa Azarahş hilberand.

Back to top button