Ûkrayna..Ji Donbassê veguhestina sivîlan didome

Çirûska derketina şerekî navbera Rûsya û Ûkrayna li rojhilatê welat pêketiye. Li herêma Donbas ya dikeve rojhilatê Ûkrayna, di navbera leşkerên Kîev û cudaxwazên bi piştevaniya Rûsya de şer gur dibe. Nêzî 100 hezar kes ji herêmên donbasê ji bo Rûsya hatine veguhestin. Wezaretê Parastinê ya Ûkrayna Reznikov got, Rûsya ti hêzek bi paşde ne kişandiye. DYA ragihand ku agahiyên pêbawer di destê wan de hene ku Rûsya lîsteyek ‘yên ku dê piştî dagirkirinê bên kuştin an şandin kampê’ amade kiriye.

Çavê cîhanê li Ûkrayna ne û çavê Ûkrayna jî herêma Donbass a dikeve rojhilatê welate. Di nava demên dawiyê de li herêmê şerê navbera leşkerên Ûkrayna û cudaxwazên bi piştevaniya Rûsya gurtir bûye.

Ev herêm, niha weke nîşaneya hinceta derketina şerekî navbera Moskow û Kîevê tê dîtin.

Cudaxwazên li herêma Donbassê ragihandin ku heta niha ji ber metirsiya li herêmê wan 70 hezar kes derbasî xaka Rûsya kirine.Di wextekî ku gelek niştecihên herêma Donbassê bi wesayîtên xwe derbasî Rûsyayê bûn de, gelek otobusan ji bo derxistina penaberan sefer pêk anîn.

Di 24 saetên dawî de bi rêya trênê nêzî 5 hezar kes gihiştin Rostovê.

Hat ragihandin ku bi taybetî bi şev pevçûn zêde bûne û li Herêma Donbassê bombe li hin malan ketine.

Di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neket.

DYA çekên giran li sînorê Romanya bicih dike

Di vê navberê de, DYA jî sewqiyatên hêzên xwe yên li Romanya zêde kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Oleksîy Reznîkov di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ew bi giştî 147 hezar leşkerên Rûsya yên li qada bejahî, hewayî û deryayî yên li ser sînorên xwe dişopîne.

Oleksîy Reznîkov bal kişand ser wê yekê ku Rûsya dikare di carekê de, berê hêzên xwe bide Ûkrayna û aloziya liherêma Donbassê jî gurtir bike.

Reznikov diyar kir ku armanca van kiryaran dûrxistina welatê wî ji Yekîtiya Ewropa û NATOyê ye.

Amerîka: Di destê me de plana Rûsya a piştî dagirkirinê heye

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) îdia kir ku plana Rûsya a piştî dagirkirina Ûkrayna di destê wan de heye.

Ev plana ku ji êşkence, windakirinên bi zorê û “azarên berbelav ên gel” dihewîne, bi nameyekê ji NY re hate şandin.

Rojnameya The Washington Post xwe gihand naveroka vê nameyê.

Amerîkayê hûragahiyan li îstîxbaratê parve nekir.

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li Cenevê Bathsheba Crocker ku îmze avêtiye bin nameyê, diyar kir ku hin nav dê bibin hedef û bên kuştin.

Crocker ev îdia kir, “Bi taybetî lîsteyek bi navên Ûkrayniyên ku wê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve bên kuştin an bişînin kampê, tê amadekirin. Di destê me de agahiyên pêbawer ên vê yekê hene.”

Back to top button