Elysee: Biden û Putin pêşniyara civînê ya Macron pejirandin

Di qada dîpomsiyê de, hewildanên dawî têne kirin. Lê heta niha nîşaneyek ku ev hewildan biser dikevin xuya nake. Serokomariya Fransa ragihand ku Biden û Putin pêşniyara civînê ya Macron pejirandine. Wezîrê Karên Derve ya Alman Baerbock îşaret bi Rûsya kir û got: Bi jiyana mirovan neleyîzin.

Qonaxên danûstandina ji bo pêşîgirtina şerekî navbera Kîev û Moskow zehmet dibe.

Lê tevî vê yekê hewildan didomin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron doh di nava 24 saetan de du carna li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin axivî.

Ev axaftin bi giştî 3 saetan dewam kir.

Serokatiya Fransayê ragihand ku Macron, Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden vexwendibûn lûtkeya ji bo kêmkirina aloziya Ûkrayna.

Di daxuyaniya serokomariyê de hate gotin,

Lîderan di prensîbê de li hev kirin.

Koşka Spî piştrast kir ku Biden ji bo lûtkeyê amade ye.

Ji Kremlîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky tu daxuyanî nehat dayîn.

Macron duh bi Biden re jî peywendiyek telefonî ya 15 deqeyî pêk anîbû.

Blinken: Tevahî nîşane pêkanîna dagirkeriyê piştrast dike

Di demekê ku daxuyaniyên aramiyê têne dayîn de, Waşîngton careke din teqeziyê li ser daxwaza Rûsya a dagirkeriyê dike.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya derbarê aloziya navbera Rûsya û Ûkraynayê de got:

“Senaryoya êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ber bi pêşve diçe.

Lê şansê dîplomasiyê heye ku pêşî li şer bigire.”

Blinken bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Weke ku me berê jî ragihandibû, hemû nîşan dide ku wê dagirkerî pêk were.

Ji bo pêşîgirtina li vê dagirkeriyê beriya ku pêk were em ê her tiştî bikin.”

Blinken anî ziman ku ew bawerin, Putin biryara êrişê daye û beriya tank û balefir hîn zêdetir pêşde werin, emê her kêliyê bikar bênin.

Baerbock: Bi jiyana mirovan neleyîzin

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock daxwaz ji Rûsyayê kir ku vegere ser maseya danûstandinan.

Baerbock beriya civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku dê li Brukselê bê lidarxistin, ji rojnamevanan re axivî û got:

“Ez bang li hikûmeta Rûsyayê û Serokê Rûsyayê dikim ku bi jiyana mirovan nelîzin.

Êrişên ku di nava 72 saetên derbasbûyî de me dîtî, cihê xemgîniyê ne.

Vegera li ser maseya danûstandinan di destê we de ye.”

Di civîna Wezîrên Karên Derve yên YE ku îro despê kir de wê rewşa Ûkraynayê were gotûbêjkirin.

Lapid: Ger şer navbera Rûsya û DYA pêk were em ê li aliyê Amerîka bin

Di vê navberê de, Îsraîlê aliyê xwe yê egeriya derketina şerekî eşkere kir.

Serowkezîrê Îsraîlê Yair Lapid got,

Di dema şerek navbera Rûsya û Ûkrayna de rû bide, wê li kêleka DYA bimênin.

Back to top button