Tahran: Di peyamana nukleerî de mijarên herî zehmet mane

Beriya salek ji peymana nukleerî ya Îranê re derbas bibe, danûstandin derbasî qonaxa dawî bûne. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade got: Di hevdîtin li Viyana de, pêşketinên girîng pêk hatine. Niha jî mijarên herî zehmet mane.

Seîd Xetîbzade di civîna çapemeniyê ya heftane ya ku li avahiya Wezareta Karên Derve ya li paytext Tehranê hat lidarxistin de derbarê danûstandinên li paytexta Awistrya Viyanayê dewam dike de axivî.

Xetîbzade got, “Di danûstandinan de pêşketinên girîng çêbûn. Mijarên ku bên nîqaşkirin kêm bûn. Lê piştî wê mijarên herî dijwar, giran û sereke man.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ew li benda biryarên Ewropa û DYA’yê ne û anî ziman di vî warî de ti pêşketin çênebûye.

Rêkeftina bi navê Plana Berfireh a Hevbeş (COEP) derbarê çalakiyên atomî yên Îranê de, 2015’an di navbera 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Îngilîz, DYA, Çîn, Fransa, Rûsya) û Almanya û Îranê de hatibû îmzekirin.

Gulana 2018’an DYA bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû.

Back to top button