KCDK-E: BI BERXWEDANA SERDEMÊ SERKEFTIN HATIYE BIDESTXISTIN

Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa derbarê banga Rêber Ocalan û bidawîkirina rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê de daxuyaniyeke nivîskî da.

KCDK-Ewropa di daxuyaniya xwe wiha got:

“Di 8’ê Mijdara 2018’an de Lelya Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Paşê li kurdistan û derveyî welat grevê destpê kir.

Rêber Apo di 8 salên dawîn de nikaribûye bi parêzerên xwe re bicive, bi saya berxwedanê hevdîtin pêk hatiye.

Dayikên laçik spî daketin kolanan û ev xeleka tirsê ya faşîzmê şkandin.

Ji roja destpêkirina grevên birçîbûnê ve gelê me yên li Ewropayê jî daketin qadan û bi sedan çalakiyan bûne dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.

Li hemberî vê têkoşîna geş rejîma faşîzm neçar maye ku bi paş ve gavan biavêje.

Ji bo hilweşandina faşîzmê, em ê têkoşîna xwe bi gavên xurt bidomînin.”

Leave a Reply

Back to top button