Gulê Cafer: Min bi fikrê Rêber Apo xwe naskir

Jina Kurd a Êzidî Gulê Cafer hê di salên destêkê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike û li Helebê dest bi xebatan dike. Gulê Cafer diyar kir wê bi saya Rêber Apo û PKK’ê xwe nas kiriye û dibêje wê 3 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye û ew ê ji bo Şehîdan û azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Gelek welatparêzên jin hene ku ji destpêka avabûna Tevgera Azadiya Kurd û heya niha kar dikin.

Yek ji wan jinan jî Gulê Cafer a Êzîdî ye.

Gulê ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.

Ew sala 1988’an tevlî xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe û li taxa Eşrefiyê ya Helebê weke jina destpêkê dest bi kar dike.

Gulê di salên 1989, 1990 û 1991’ê de 3 caran bi Rêber APo re civiya ye.

Di nava 34 salan de cihê xwe di nava PYD, TEV-DEM, ji Yekîtiya Star heta Kongra Star cihê xwe di nava hemû sazî û tevgerên jinan de girtiye.

Niha jî Gulê Hevseroka TEV-DEM’ê ya Şehba ye.

Gulê dibêje pêwistiya me ya sereke bi fikrek mîna ya Rêber Apo hebû.

Cara yekem Rêber Apo di 15’ê Tebaxa 1989’an de li Geliyê Bekaa ya Lubnanê dibîne..

Dayê gulê wiha besa hevdîtin û heyecana xwe ya wê de mê dike.

Hevseroka TEV-DEM’ê a Şehba Gulê Cafer: Ji bo Rêber Apo û şehîdan em ê têkoşînê bidomînin

Gulê diyar kir wê bi fikrên Abdullah Ocalan xwe û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye.

Gulê dibêje em ê têkoşîna ku ji Rêber Apo û bi şehîdan dest pê kiriye bidomînin.

Back to top button