Li bajarê Koyê ê Başûrê Kurdistanê komxebata ziman hate lidarxistin

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê li bajarê Koyê yê başûrê Kurdistanê Komxebateke Navnetewî hate lidarxistin. Kesên ku beşdarî komxebatê bûn bal kişandin li ser girîngî û parastina ziman û diyar kirin ev komxebat divê ji bo xizmeta zimanê Kurdî bibe pêngavek.

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê li bajarê Koyê yê başûrê Kurdistanê komxebateke navnetewî hate lidarxistin.

Komxebat bi hevkariya Komisyona Ziman a KNK’ê, beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye hate orgenîzekirin.

Komxebata navnetewî bi tevlîbûna serokê zanîngeha Koye Dr.Welî Mehmûd û hevseroka Kongra Netewî a Kurdistanê-KNK’ê Zeynep Mûrad her wiha gelek kesayet, pisporên ziman, nûnerên aliyên siyasî dest pê kir.

Di komxebatê de serokê Lijneya Bilind ya Guftugoyê Derya Hewêzî xivî û diyar kir ku divê ev komxebat bibe pêngavek ji bo xizmeta zimanê kurdî.

Serokê zanîngeha Koye Dr. Welî Mehmûd jî behsa pirsgirêkên zimanê kurdî kir û got:  “Mixabin me nekariye weke tê xwestin girîngî bidin zimanê Kurdî.

Eger pisporên zimanê Kurdî, zû nekin wê zererek mezin bighêje ziman, ji ber ku niha zimanê biyanî li Herêma Kurdistanê ketiye pêşiya zimanê Kurdî.”

Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad jî axivî û da zanîn ku girîngî dayîna zimanê Kurdî erkek netewî û exlaqî ye û got:

“Divê hemû Kurd di her warê jiyanê de girîngî bidin zimanê Kurdî.”

Têkildarî rewşa Zimanê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê gelek mamoste nêrînên xwe anîn ziman.

Mamosteyê zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê Dr.Cehfer Şêx El-Îslam derbarê rewşa zimanê Kurdî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de axivî got

“Li Îranê weke pirsgirêk li zimanê Kurdî temaş dikin, heya zimanê Kurdî li Rojhilat nebe zimanê xwendinê, di bin xeteriyê de ye.”

Mamoste Dr. Hemîd Dîlbuhar jî behsa rewşa zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir
û diyar kir ku di warê perwerde, çand û ragihadinê de, êriş û zext li ser zimanê Kurdî heye û wiha got:

“Gelek Kurdên ku bi zimanê Kurdî di axivin, têne kuştin an jî girtin. Eger bi awayek şoreşgerî, bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê raperînek şoreşgerî nekin, wê rewşa zimanê Kurd ne baş bibe.”

Di dewama axaftinan de Hevseroka Desteya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê mamoste Zekiya Hesen jî derbarê rewşa zimanê Kurdî li Rojava de wiha axivî:

“Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina xwendina Kurdî kar hatiye kirin.

Bi taybet niha zêdetirî 4 zanîngeh û sedan dibistanên Kurdî li Rojava hatine vekirin.”

Têkildarî êrişên ji bo tunekirina zimanê Kurdî Lûqman Guldivê jî axivî û da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk li dijî zimanê Kurdî ye ku kuştina ziman kuştina netewî ye.

Dr. Kamûran Berwarî jî bal kişand ser dîrok û erdnîgariya Kurd û Kurdistanê û got:

“Em xwediyê vê axê ne û zimanê me Kurdî ye. Me hebûna xwe bi çand û zimanê xwe domandiye.”

Berwarî diyar kir siyaseta dewletên dagirkeran yek e û li dijî vê divê siyaseteke netewî hebe.

Komxebat bi girtina biryarên girîng ên derbarê rewşa zimanê Kurdî de bi dawî bû.

Back to top button