RÊBER OCALAN: ÇALAKGER GIHIŞTINE ARMANCA XWE

Parêzeran li ser zimanê Rêber Ocalan hi bo çalakiyên gerva birçîbûnê û rojiya mirinê wiha gotin: Bi dil rehetî diyar dikim, armanca we ya ji bo min diyar kirîbû, bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavayî li we dikim.

Parêzerên Rêber Ocalan, di civîna çapemeniyê de diyar kirin, ku di hevdîtina 22’yê Gualên de her çendî li ser gelek mijaran hatibe axaftin jî, rojeva sereke, greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû, ku hatibûn ber qonaxeke krîtîk.

Parêzeran got, di vê hevdîtinê de Rêber Ocalan, li ser mijara vîn û fedekariya çalakgeran malavayî da, got, ev helwest helwesteke rûmetdar e.

Her wiha helwesta dayikan pir girîng dîtiye, nirxekî mezin daye. Bi vê wesîleyê em silavên wî yên taybet, ên ji bo dayikan dişînin.

Daxuyaniya parêzeran wiha dewam kir;

Rêber Ocalan dema hevdîtinê got, armanca greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi cih hatiye.

Piştî vê bangê em bawer in çalakger, wê çalakiyê bidawî bikin.

A girîng, çanda têkoşîna siyasî ya demokratîk e.

çalakger ji aliyê beden, ruh û hiş ve baş bin ji her tişti giringtir e.

Reber Ocalan li ser mijara greva birçîbûnê Gandî mînak da û got, Gandî greva birçîbûnê, bi têkoşîna civakî bi wate kiriye.

Rêber Ocalan, ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê nameyek taybet nivîsiye.

Name wiha ye:

Hevrêyên hêja;

Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronkahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min , li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe.

Bi dilrehetî diyar dikim, armanca we ya ji bo min diyar kirîbû, bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavayî li we dikim.

Hêvî dikim, ku hûn ê ji niha û pê ve, bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.

Li gel hezkirina bêdawî û slavên min…”

Leave a Reply

Back to top button