Tora ziman û çanda Kurdî û platforma zimanê Kurdî li Amadê hev civiyan

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê li Amedê civiyan. Di civînê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û fermî nîqaş hatin kirin. Piştî civinê bi daxuyaniyekê, nexşerêya sala 2022’yan a ji bo zimanê kurdî hate eşkere kirin. Û hate xwestin partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin û Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li oteleke li navçeya Sûrê ya Amedê civînek li dar xistin.

Di civînê de Hevserok û nûnerên gelek sazî û partiyên Bakurê Kurditanê û Tirkiyê jî amadebûn.

Piştî civînê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxuyaniyeke hevpar nexşerêya sala 2022’yan a hevbaş a ji bo zimanê kurdî amade kiribûn eşkere kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan ve hate xwendin.

Tora ziman û çanda Kurdî û platforma zimanê Kurdî: Divê partiyên siyayasî bi hev re pirsa zimanê Kurdî geştir bikin

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin divê xebatên ji bona mafê zimanê Kurdî dewam bike û wiha hate gotin:

“Pirsa ziman bi gelek awayan divê di rojeva siyaset û civaka kurd de be.

Ji ber van sedeman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdû re biryar dane ku bi hevdû re kar bikin.

Divê em bi hevdû re pirsa zimanê kurdî geştir bikin û pirsa zimanê kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka Kurd de, di nava hêzên desthilatdar û oposizyona Tırkîyê de bixin rojeva siyasetê.”

Tora ziman û çanda Kurdî û platforma zimanê Kurdî: Em newroza îsal bikin newroza zimanê Kurdî

Di dewamê daxuyaniyê de hate xwestin ku Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî û ev tişt hate ziman;

“Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axaftinan bikin, divê herkes di qada Newrozan de li ser pirsa ziman biaxivin.

Dîsa bi rasthatina roja 8 ê Adarê jî emê heman daxwazan dubare bikin.

Li vir jî wê jinên kurd û hevalbendên wan daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî weke referandûmekê bidin dengdanê. ”

Di dawî de hate ragihandin heta Roja 15’ê Gulanê, ango roja zimanê kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa lidar bixin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Divê gelê Kurd giraniyê bidin têkoşîna zimanê Kurdî

Têkildarî mijarê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî ku di civînê de amadebû, bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî.

Ozturk destnîşan kir ku divê gelê kurd û rêxistinên wan siyasî û sivîl giraniyê bidin têkoşîna zimanê kurdî.

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek: Divê em ji bo ziman çalakiyên mezin li dar bixin

Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê-KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku salek e ji bo ziman xebatek bênavber tên birêvebirin û got

“Pêwîste em li her derê balê bikişînin ser girîngiya ziman û xeteriya asîmîlasyonê.”

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz: Divê li dijî êrişan xwedî derketinek mezin hebe

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand zextên li ser zimanê kurdî yên ji aliyê desthilatê ve tên kirin.

Salîha Aydenîz bang kir ku divê li dijî êrişan xwedî derketinek mezin hebe.

Back to top button