Mazlum Dag: Xeterî li ser jiyana me heye

Ciwanên Kurd Mazlum Dag û Abdurrahman Er ku li Hewlêrê di girtîgeheke PDK’ê de tên girtin, li dijî binpêkirinên li girtîgehê ev 9 roj in di rojiya mirinê de ne. Malûm Dag bi malbata xwe re axivî da zanîn ku xetere li ser jiyana wan heye. Malbatên Dag û Er jî li dijî zextên PDK’ê serî li Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê dan.

Mazlum Dag û Abdurrahman Er bi îdiaya kuştina sîxurê MÎT a Tirk Osman Kose li Hewlêrê hatibûn girtin û dadgeha PDK’ê cezayê îdamê li wan birî ye.

Ji bo binpêkirinên li girtîgehê û bersivnedana daxwazên wan, Dag û Er 9 rojin di girtîgeha PDK’ê a li Hewlêrê di rojiya mirinê de ne.

Mazlum Dag bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir rayedarekî girtîgehê ji wan re gotiye; “Em tola kuştina endamê MÎT’ê Osman Kose ji we radikin.” û wiha dewam kir;

“Li girtîgehê bersiva daxwaznameyên DAIŞ’ê tê dayîn û bi wan re yekser hevdîtin tên kirin.

Min û Abdurrahman heta niha 50 daxwazname dane lê nehatine bersivandin û li ser jiyana me xeterî heye.”

Hat diyar kiirn Dag û Er êdî nikarin avê jî vexwin û xwînê vedrişin.

Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan ku li girtîgehê lêkolîn werin kirin

Li aliyê din malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er derbarê rewşa zarokên xwe de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Edeneyê dan.

Malbatan di serlêdanê de ji ÎHD’ê xwest ku di girtîgehê de lêkolîn bên kirin.

Malbatên Dag û Er ji bo zextên PDK’ê bi dawî bibin banga hestiyariyê li raya giştî ya kurd kirin.

Back to top button