
Şêniyên Dêra Zorê ji bo azadiya Rêber Ocalan daketin qadan û meşiyan. Di meşê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî tecrîdê hat şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hat kirin.
Şûniyên bakur a Dêra Zorê îro bi meşekê Komploya li ser Rêber Ocalan şermezar kir.
Şêniyên herêmê, tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspî û şêxeşîrên herêmê li pêşiya Meclisa Sivîl ya bajarokê Siwer kom bûn û ber bi Çerxeriya şehîdan meşiyan.
Piştî meş veguherî mîtîngê li ser navê meclisa gundewarên bakur a Dêra Zorê daxuyanî hate dayîn.
Di daxyuyaniyê de bêdengiya navneteweyî a li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan hate şermezarkirin û ji bo azadiya Rêber Ocalan bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin.