LI DIJÎ WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR: KESÊN CANÊ XWE FEDAKIRIN NABE WERIN TAWANBARKIRIN

Wezîrê Karên Hundir yê Birîtanyayê Sacid Cawîd daxwaza tawanbarkirina welatiyên Birîtanî yên ku bi hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine.
Lê zêdeyî 50 aktivîst û kesayetên navdar vê helwesta Wezîrê karên Hundir şermezar dikin û dibêjin: Kesên bi QSD’ê re canê xwe feda kirin di şerê li dijî DAIŞ’ê de nabe werin tawanbarkirin.

Li Birîtanyayê zêdeyî 50 aktivîst û kesayetên navdar nameyek ji wezîrê karên Hundir yê Birîtaniyayê Sacid Cawîd re şand.

Di nameyê de rexne li ser plana wezîrê karên hundir ku welatiyên Birîtanî yên ku berê xwe dabûn rojhilat-bakurê Sûrî ku bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê şer kirine werin tawanbarkirin.

Di nava kesên ku name imze kirine akademîsyenên navdar, her wiha kesên ji Birîtanya, Fransa, Emerîka, Almanya û Îtalyayê ku berê û niha jî bi QSD’ê re ne û malbatên 4 şervanên Birîtanî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê şehîd bûne hene.

Her wiha di nava kesên îmzeya xwe danîne bin nameyê feylesof û nivîskarê Emerîkî yê navdar Neûm Tşûmiskî heye.

Di nameyê de rexne tê kirin li ser daxwaza wezîrê Hundir ku welatiyên Birîtanî yên di nava QSD’ê de şer dikin di mehekê de vegerin welatê xwe, yan li pêşiya cezaya 10 sal girtina li zindanê bimînin.

Her wiha di nameyê de tê diyarkirin ku QSD’ê bandora herî mezin kiriye ku tevahî cîhan ji tarîtiya DAIŞ’ê xilas bibe.

Leave a Reply

Back to top button