Pûtîn fermî serweriya Lugask û donitsk ji Ukrayna nas kir

Îro serokê Rûsiya Velademîr Pûtîn fermî serweriya Lugask û donitsk ji Ukrayna nas kir.

Pûtîn li ser televizyona RT a Rûsî derbarê serxwebûna her du herêmên cuda ji Ukrayna Lugansk û Donitsk axivî.

Pûtîn biryanameyek îmze kir ku Rûsya fermî wan her du herêmên ku li rojhilatê Ukraya dikeve, weke du komarên serbixwe ji Ukrayna nas dike.

Serokê Rûsya ragihand ku ew ê maseyê li ser Ukrayna biqulibîne û da zanîn ku dewletên Ewropayê Ukrayna kirine lîstok û li gorî xwe tevdigerînin.

Di heman demê de got ku Amerîka li Ukrayna bi armanca pêkanîna darbeyan bi milyon dolaran xerc dike.

Têkildarî wê, serokwezîrê Birîtanya Borîs Jonsun got ku Rûsya bi vê biryarê serweriya Ukrayna bin pê dike.

Back to top button