“Heta kengî dê bindestê dewleta Tirk bin? Divê êdî şiyar bibin.”Bi van hevokan Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd têkildarî daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar ên li dijî PKK’ê dibêje : “Bi rêya tunekirina PKK`ê dixwazin Kurdan qir bikin.
Hêvî Seyîd derbarê mijar ji ajnsa Hewarê re axivî .
Hêvî da zanîn ku Kengî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê tune bûn, ew ê bikarin PKK`ê tune bikin.
Derbarê daxwiyaniya wezîrê parastinê yê Tirk Akar têkildarî planên wan ên li dijî PKK’ê Hêvî Seyîd got :
“Em Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek Kurd nabînin.
Heke Kurd bûna, ew ê rê li ber bombebarana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê venekirina.
Gelo Heta kengî ew ê bindestê dewleta Tirk bin?
Divê êdî şiyar bibin.”
Hêvî Seyîd tekez kir ku Kesên li dû berjewendiyên xwe bikevin tu carî bi ser nakevin.