Ukrayna..Naskiria Rûsya ji cudaxwazan re tê çi wateyê?

Serokê Rûsyayê Vladimimir Putin serxwebûna Donetsk û Luhanskê di nav sînorên Ukraynayê de nas kir. Pêngava ‘naskirinê’ ji bo rêveberiya Moskovayê ku 190 hezar leşker li rojhilatê Ûkraynayê bi cih kiriye, tê çi wateyê? Ev rewş çawa hat vê astê? Di serdema nû de, tişta li benda Rûsya çi ye? Ev hemû pirsên ku ji niha û pêde bersiva wan wê rewşê diyar bike, me di vê nûçeya xwe de ji we re amade kiriye.

Donetsk û Luhanskê du deverên li herêma Donbass ya Ûkraynayê ne.

Ev herêm 2014’an, serxwebûna xwe ji Kîevê ragihandin.

Kîev dibêje ku ji wê demê ve nêzî 15,000 kes di şerê li herêmê de mirine.

Bi îdiaya ku Rûsya ne-alîgirê şere, tê gotin ew di warê “alîkariya veşartî ya leşkerî û darayî, peydakirina derziyên Covid-19 û herî kêm 800,000 pasaportên Rûsî ji şêniyan re” piştgirî dide herêmê.

Gava Rûsya ya nû wê çi be?

Piştî naskirina herêmê Rûsya di gava xwe ya duyemîn de, leşker şandin herêmê.

Ev yek ji bi îdiaya parastina hevalbendên xwe yên li herêmê pêk anî.

Endamê parlemana Rûsî û serokê berê yê siyasî yê Donetskê Alexander Borodai ji Reutersê re got:

“Cudaxwaz wê alîkariya Rûsyayê bikin ku herêmên Donetsk û Lugansk li Ûkraynayê kontrol bike.”

Di vê mijarê de tê gotin, dibe ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de şerekî leşkerî derkeve.

Pêvajoya aştiyê ya Minsk

Naskirina Rûsyayê ji bo herêmê peymanên aştiya Mînskê yên 2014-2015’an ji holê radike.

Ev peyman tevî Moskow heta niha ji aliyê hemû welatan ve, weke derfeta herî baş a çareseriyê dihat dîtin.

Di peymanan de hat destnîşankirin ku her du herêm wê di nava Ûkraynayê de xweser bimînin.

Rojava wê çawa bersiv bidin?

Welatên rojavayî, bi taybetî DYA, Almanya û Fransa hişyarî dan Moskow ku dê ‘toleyên dijwar’ werin sepandin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken hefteya borî gotibû naskirin wê “bêtir serwerî û yekparebûna axa Ûkrayna têk bibe.

Ji ber vê yekê ew û hevalbendên xwe wê bi lez û bez bersiv bidin.

Gavên heman yên Rûsya ku berî niha avêtî

Rûsya 2008’an, serxwebûna Abhazya û Osetyaya Başûr yên demeke kin bi Gurcistanê re ketin şerekî naskiri.

Moskow bi piştgiriya bûdceya mezin ji her du hikûmetan re, da hemwelatiyên xwe yên li herêmê.

Û bi hezaran leşker li wir bi cih kirin.

Naskirin ji bo Moskow tê wateya çi?

Pispor îşaret dikin ku Rûsya serxwebûna Abhazya û Osetyaya Başûr nas dike da ku heta hetayê rê li ber xwesteka Gurcistanê ya bibe endama NATOyê bigire bû.

Niha ev yek bo Ûkrayna tê kirin.

Rûsya “berpirsiyariya her du herêmên ku ev 8 sal in di şerê navxweyî yê li Ûkraynayê de wêran bûne û pêwîstiya wan bi piştgiriyeke cidî ya aborî heye, wê heta heta bikeve bin berpirsyariya Rûsya”.

 

 

 

 

Back to top button