DYA û YE xwe ji bo pêkanîna cezayên li ser Rûsya amade dike

Piştî Rûsya gava xwe avêt û herêmên Komara Gel a Donetsk û Luhanskê naskir, vê carê çav vegeriya li ser welatên Rojava. Serokê DYA Biden, bi biryareke ku derxistî hemû têkliyên bazirganî û darayî yên ji bo van herêman qedexe kir. Waşîngtonê ragihand ku ew li ser toleyên nû yên li dijî Rûsya dixebitin û wê dinava rojên pêş de jî eşkere bikin. YE jî welatên derdor hişyar kir û got: Kesên berşdarî naskirina van herêman bibin, wê ceza li ser werin ferzkirin.

Pêngava Rûsya ya nakirina Komara Gel a Donetsk û Luhanskê yên li herêma Donbass a Ûkrayan, welatên Rojava rakiriye ser lingan.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî, Serokê DYA Joe Biden biryarnameya bi sernavê “Cemidandina mal û milkên hin kes û qedexekirina hin karên ji ber kiryarên Rûsyayê yên ji bo têkbirina serwerî û yekparebûna axa Ûkraynayê” îmze kir.

Bi biryarnameya navborî, veberhênana li Komara Gel a Donesk û Lûhanskê ku Rûsyayê serxwebûna wê nas kiribû, û hinardekirin an jî rasterast an nerasterast ji van herêman ji bo Amerîkayê hat qedexekirin.

Her wiha di çarçoveya biryarnameyê de tê pêşbînîkirin ku li ser kesên ku bi biryarin li van herêman xebatên xwe bimeşînin, cezayên giran werin sepandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke bo AFP’ê de ragihand ku ew li ser toleyên berfirehtir li dijî Rûsyayê kar dikin û di vê mijarê de bi welatên hevpeyman re hatiye axaftin.

Wezaretê diyar kir ku wê di demeke herî nêz de cezayên nû ji raya giştî re bên ragihandin.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî 19’ê Sibatê ji AFP re gotibû;

Ger Rûsya êrîşî Ûkrayna bike, wê Moskow pêşî “ji bazarên darayî yên cîhanî were îzole kirin û ji danûstendinên teknolojîk ên herî pêşketî bêpar bimîne”.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel di daxuyaniya xwe ya hevpar de, Rûsya bi tundî şermezar kirin û hişyarî dan ku YE wê bi toleyan bersivê bide.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“Ev pêngav bi awayekî eşkere binpêkirina peymanên Mînskê û her wiha hiqûqa navneteweyî ye.

Yekîtî wê bersivê bide kesên ku di vê kiryara neqanûnî de cih digirin.

Yekîtî piştgiriya xwe ya bênavber a ji bo serxwebûn, serwerî û yekparebûna axa Ûkraynayê dubare dike. ”

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell ragihand ku cezayên li dijî Rûsyayê wê di nava rojê de bên ragihandin.

Back to top button