Rûsya serxwebûna Lugansk û Donetsk yên Donbassê naskir

Li rojhilatê Ûkrayna, nişaneya despêkê ya derketina şerekî dijwar xuya kir. Serokdewletê Rûsya Putin, serxwebûna komarên Lugansk û Donetsk yên herêma Donbassê ku ji aliyê cudaxwazan ve tê rêvebirin naskir. Mina ev jî bi têrê nekir, leşkerên xwe derbasî herêmê kir. Li dijî vê yekê, Serokomarê Ûkrayna Zelensky got, Em natirsin û ji encama tiştên ku pêk werin jî Rûsya berpirse.

Tevgera zêde ya leşkerî ku Rûsya li sînorê Ûkrayna dayî despêkirin, bi pîlan li Donbassê re derket.

Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin di kongreyeke çapemeniyê de serxwebûna komarên Donetsk û Luganskê ji Ûkraynayê nas kir.

Li herêma Donbassê şer giran bû

Piştî vê yekê, li herêmê di navbera hêzên cudaxwaz û Ûkrayna de, şer dijwar bû.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Artêşa Ûkraynayê ve hatin dayîn, di şer de 2 leşker mirin, 18 leşker jî bi giranî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku li Donetskê sivîlek mir û 5 jî birîndar bûn.

Biryara Putin, li Donetsk bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Hefteya borî berpirsên amerîkî ji Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîyê ya Ewropayê re gotibûn ku Moskova 190 hezar leşker li nêzî wê li Ûkraynayê bicîh kirine.

CBS News’ê jî ragihand ku gel Amerîka agahiyên îstîxbaratî hene ku fermandarên Rûsî fermana êrişê wergirtin û niha planên şer ên taybet li ser çawaniya êrişê datînin.

Rûsya leşker derbasî xaka Ûkrayna kir

Divê navberê de, Putin ferman da ku leşker biçin Ûkraynaya Rojhilat.

Li gorî biryarnameya serokê Kremlînê wê ev yekîne li ‘Komarên Gel ên Lûhansk û Donestkê’ ‘aştiyê’ pêk bînin.

Li gorî nûçeyên li ser medyaya dîjîtal yekîneyên Rûs li gorî saeta Ewropayê bi şev derbas bûne.

Pûtîn berê jî fermana danîna têkiliyên dîplomatîk ên van her du parçeyên Ûkraynayê dabû.

Komarên Gel ên Donetsk û Lûhanksê yên ku îlan kiribûn ji aliyê Putin wekî dewletên serbixwe hatibûn naskirin.

Zelensky: Rûsya ji encama biryarên girtî berpirse

Berteka herî tund ya li dijî vê helwesta Rûsya ji Ûkrayna hat.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy der barê biryara Rûsyayê ya ji bo naskirina hikûmetên cudaxwaz ên Donetsk û Lûhanskê de got, “Hemû berpirsyariya encamên biryarên hatine girtin dikeve stûyê Rûsyayê.”

Volodymyr Zelenskiy bi bîr xist ku sînorên wan baş tên parastin û ji tiştekî natirsin.

Zelensky: Em ê tiştekî nedin tu kesî

Zelensky diyar kir ku ew ne deyndarê tu kesî ne û wiha got: “Em ê tiştekî nedin tu kesî. Em ji vê yekê piştrast in. Ne Sibata 2014’an lê em ji ber ku em di Sibata 2022’an da ne. Welatekî din, artêşeke din. Armanca sereke li Ûkrayna pêkanîna aştiyê ye.”

Back to top button