Bertekên li dijî Putin li seranserê cîhanê zêde dibe

Îmzeya Serokdewletê Rûsya Putin, bo rojeva sereke ya cîhanê. Metirsiya li sînorê rojhilatê Ûkrayna ji her demê zêdeitre. Ji Asya, heta Ewropa, Amerîka daxuyani li pey hev hatin.

Bertekên li dijî Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin li seranserê cîhanê zêde dibe.

Piştî Putin serxwebûna Komara Gel a Donetsk û Luhansk naskir, ji gelek rêxistin, welatan li pey hev daxuyaniyên şermezarkirinê hatin.

Piştî biryara Moskow, Zelensky, Macron û Scholz axivîn

Serokomarê Ûkraynayê Zelenskiy diyar kir ku bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re bi telefonê axivîn û wiha got:

“Li gorî daxuyaniyên di civîna Konseya Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê de min bi Macron û Scholz re bi lezgînî bi telefonê axivîn.

Min bang li Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Neteweyî kir ku bicive.”

Zelensky di banga xwe ya ji bo destpêkirina cezayên li dijî Rûsyayê de daxwaz kir ku projeya Nord Stream 2 tavilê were rawestandin.

Almanya destûra xebata boriya Nord Stream da rawestand

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di dema daxuyaniya çapemeniya bi hevkarê xwe yê Îrlandî re got:

Wan destûra xeta boriya gazê ya Nord Stream ê ku Rûsyayê digihîne Almanyayê rawestandine.

Brîtanya: Em ê bilez paketeke cezayên navnetewî çêbikin

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, piştî Civîna Kabîneya Lezgîn (COBRA) ya li ser Ûkraynayê got:

“Em ê bilez pakêtek cezayên navneteweyî çêbikin.”

Konseya ewlekariyê ya NY bi awerte civiya

Her wiha ev gava Putin bû sedema ku Konseya Ewlekariyê ya NY jî bi rewşa awerte bicive.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg biryara Putin şermezar kir û got:

NATO serwerî û yekîtiya axa Ûkraynayê nas dike û piştgiriyê dide.

Japonya, Belçîka û Tirkiye jî li pey hev bi daxuyaniyên cuda biryara Putin şermezarkirin.

Aliyan anî ziman ku ev biryar tenê wê aloziya heyî zêde bike.

Back to top button