Dibebye: hezîranê wê hilbijartinên giştî pêk were

Libyayî dixwazin ji krîza salen li welat heyî xelas bibin. Li welat tevî artêş û hêzên cuda, Serokewzîrên cûda jî derketin. Piştî Meclisa Nûneran a li Tobrukê Fethî Başağa weke serokwezîrê nû erkdar kir, Dibeybe jî hîna dibêje ser karê xwe ye. Dibeybe ev yek hîna zêdetir kir û ragihand ku meha Hezîranê de wê hilbijartinên giştî li welat pêk were.

Li Lîbya piştî hilbijartinên giştî yên 24’ê Kanûna 2021’an pêk nehatin, li welat nêrînên cuda derketine pêş.

Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dîbeybe di axaftina xwe ya ku li ser hesabê medyaya civakî ya hikûmeta Lîbyayê hat weşandin de, der barê hilbijartina Fethî Başaga ya ji aliyê Meclisa Nûneran a Tobrukê û dîroka nû ya hilbijartinê de daxuyanî da.

Dibeybe, diyar kir ku wan plansaziyeke bi navê “Emanet gihandina gel” amade kirine û wê di meha Hezîranê de hilbijartinên giştî pêk were û got:

Wê referanduma destura bingehîn pêk were û parlamentoya pêşre bê, wê destûra bingehîn ava bike.

Dibeybe got,

Hemû şerên li Lîbyayê ji aliyê siyaset û siyasetmedaran ve hatin kirin.

Ez ji endamên Civata Nûneran re dibêjim ku derfeta we ya dawî heye ku hûn guh bidin dengê xelkê û wan ji serdestiya wan li parlemanê rizgar bikin.

Piştî Meclisa Nûneran a li Tobrukê Fethî Başağa wek serokwezîr hilbijart, Dibeybe jî gotibû wê 17’ê Sibatê salvegera şoreşê de, roja hilbijartinê ya nû were eşkerekirin.

Lê di roja hatî diyarkirin de ti daxuyaniyek nedabû.

Meclisa Nûneran a Tobrukê ji bo hilbijartina serokwezîrê nû di 10’ê Sibatê de, bi hinceta ku erka Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya heyî di 24’ê Kanûnê de bi dawî bûye, civiya.

Di rûniştinê de, Fethî Başaga ji bo serokwezîrtiyê hat hilbijartin.

Back to top button