”Zanîngehên me alternatîfa zanîngehên sîstemê ne”

Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa û Mamosteya qonaxa amadeyî Ala Dawûd têkildarî xebatên perwerdê yên dibistana amadeyi û zanîngehê de axivîn û gotin: “Armanca me ji vekirina zanîngehan ne tenê em derfetê ji bo xwendekaran vekin, lê armanca me ew ku zanîngehên alternatîf ji bo zanîngehên hişmendiya hemû rejîmên desthilatdar di Rojhilata Navîn de.”

Bi firehiya zemîna perwerdeya demokratîk di pergala Neteweya Demokratîk de êdî dezgehên akademîk ji bo xwendekarên pêşerojê hatin amadekirin.

Di qonaxa amadehî de xwendekar ji bo pêşwazîkirina asoyên fireh ji bo zanistê tên amadekirin da bikaribin wisa derbasî zanîngehê bibin.

Armanc ji vê yekê ew e ku xwendekar bibin, xwedî sekneke xurt di xebatên pêşerojê de û bikaribin guhertinên mayînde û serkeftinên mezin bi xwe re bînin.

Derbarê mijarê de, mamosteyên qonaxa amadehî û zanîngehê nirxandin kirin.

Mamosteya qonaxa amadeyî Ala Dawûd sîstema perwerdeyê di qonaxa amadehî de wiha anî ziman:

Ala Dawûd rêbazên wanedayînê di qonaxa amadehî de şîrove kir.

”Em giringiyê didin nêrîna meclisa xwendekarên zanîngehê”

Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa der barê avakirina zanîngehan û sîstema wê de axivî.

Rohan Mistefa da zanîn ku niha xwendekar di sîstema ezmûn û nirxandinê re jî derbas dibin her wiha sîstema lêkolînan jî roleke xwe ya girîng di serkeftina xwendekaran de dilîze. .

Back to top button