Li Tebqa hêzên asayîşê 4 bazirganên Narkotîkê girtin

​​​​​​​Di encama operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Tebqa 4 kesên ku bazirganiya hişbirinê dikirin, hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê operasyonê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da ev agahî hate dayîn.

“Piştî komkirina delîlan hêzên me torek ku bazirganiya narkotîkê (hişbirin) ji 4 kesan pêk tê, girtin.

Her wiha bi girtina wan jî gelek hebên hişbir û 2 kêr hate desteserkirin.

Di lêpirsînê de endamên torê li xwe mikur hatin ku wan bazirganiya madeyên hişbirinê dikirin.

Piştî bi dawîbûna lêpirsînê ev kes ji Dadgehê re wê werin şandin.”

Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku xebatên wan yên li hember bazirganên narkotîkê berdewam dikin.

Back to top button