Girtiyên li girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê her diçe xerabtir dibe. Çalakiya edaletê ya malbatên girtiyan jî li bajarên Wan û Amedê dewam dike. Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî bangn kir ku her kes tevlî berxwedana malbatan bibe.

Rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên dewleta Tirk de her diçe giran dibe.

Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê li dijî binpêkirinê mafan çalalakiya greva birçîbûnê ya bêdem dane destpêkirin.

Parêzerên girtiyan diyar kirin ku çalakî duh hatiye destpêkirin.

Hin ji daxwazên gitiyan ev in:

-Divê rêveberiya girtîgehê dawî li ferzkirinên qawîşên bêalî û pêkanînên bi armanca şikandina îradeya girtiyan bîne,

-Divê girtiyên nexweş bên dermankirin û sewqî nexwşexaneyê bên kirin.

-Divê dawî li biryarên kêyfî yên Lijneya Îdarî û Şopandinê bên anîn û girtiyên ku înfaza xwe temamkirine demildest bên berdan.

Malbatên girtiyan: Em edaletê dixwazin

Malbatên di çalakiya Nobeda Edaletê a li Baroya Amedê di roja 99’an de li pêşiya Girtîgeha Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan.

Berî ku daxuyanî bê dayîn derdora girtîgehê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler bertek nîşanî polîsan da û wiha got:

“Me bangî parêzer û partiyan kir, lê destûr nedan ku bên cem me.

Em ê sibe biçin pêşiya Saziya Tipa Edlî.

Em heta Enqereyê jî çûn lê dengê me nayê bihîstin. Dema mijar bû Kurd, hemû kes dibe yek. Zextê li me dikin.”

Reşahat Ada jî diyar kir ku zarokên wan li ser doşeka mirinê ne û wiha got:

“Em ji bo wan û hemû mirovahiyê edalet, aştî û wekheviyê dixwazin.

Bila zextên li ser zarokên me xelas bibin. Dema telefon û derî lê didin, tirs dikeve dilê me ku agahiya cenazeyê bidin me.

Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe em ê nobeta xwe bidomînin.

Dayika girtiyê bi navê Yûsif Bozan Meymenet Bozan jî axivî û got:

“Ji ber ku kurê min stranên Kurdî gotine, ceza lê hatiye birîn. Kurdî, zimanê me ye. Em edaletê dixwazin.”

Ciwanên HDP: Divê her kes tevlî berxwedana malbatan bibe

Her wiha Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş a li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 72’an de didome.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê serdana nobedê kirin.

Endama Meclisa Ciwanan Rojbîn Varhan diyar kir li dijî binpêkirinên dij mirovî ên li zîndanan ew jî xwedî li berxwedana dayikan derdikevin.

Rojbîn destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan û got,

“Berxwedana malbatan berxwedana me ye. Divê her kes tevlî berxwedanê bibe.”

Back to top button