Hediye Şemo: Li dijî Êzîdiyan gelek sûc hatine kirin

Li Serê Kaniyê a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, gundên Êzîdiyan tên valakirin û wêran kirin. Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo anî ziman divê çeteyên ku li dijî Êzîdiyan sûc kirine û gorên wan xerab kirine werin darizandin.

Bi hezarsalane Êzîdiyan ol, bawerî û nasnameya xwe parastine, lewre her di armanca dagirkeriyê de ne.

Gelê Êzîdî li gelek deverên Kurdistanê bi cih bûne.

Li Serê Kaniyê yê dagirkirî jî ji 15 heya 20 gundên Êzîdiyan hene.

Piştî dagirkirina gundê wan, çeteyên “Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyê” ku piraniya wan çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra ne, li dijî gundên Êzidiyan gelek sûc pêk anîn.

Goristanên gund hatin xerabkirin.

Têkildarî binpêkirinên derheqê Êzîdiya de, Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo nirxandin kir.

Hediya Şemo diyar kir ku bi dagirkeriyê re binpêkirinê mezin li dijî gundên Êzîdiyan pêk hatine.

Hediye da zanîn armanca dewleta Tirk qirkirina Êzîdiyan e û got;

Êzîdî her tim di hedefa dewleta Tirk de ne û dixwaze wan qir bike.

Çawa dema Efrîn dagir kir gundên Êzîdiyan, gorên wan, bawerî û şûnwarên wan ên dîrokî xerab kirin, vê yekê li Serê Kaniyê jî dubare dikin.

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo daxwaz kir ku kesên li dijî Êzîdiya sûc dikin divê werin darzandin.

Hediye Şemo: Çeteyên ku sûc dikin divê werin cezakirin

Êzîdiyan tevî êş û gelek fermanan dikaribû xwe û baweriya xwe biparêze.

Back to top button