Desteya Jin a herêma Efrînê, li kampa Berxwedana ya navçeya Fafîn a Şehbayê baxçeyeke zarokan vekir. Dayîk jî vê baxçeyê weke cihê baweriyê ji bo zarokên xwe dibînin.
Baxçe bi şahiyekê, ji aliyê desteyê ve hat vekirin.
Di şahiyê, de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û dayikên zarokan amade bûn.
Ev baxçe dê zarokên sê mehî heya pênc salî qebûl bike.
Li baxçeyê 2 dayîk ji saet 8 sibehê heya saet 3’ê dixebitin û xizmeta zaroka dikin.
Di şahiyê de, Cîgira Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen aixivî û diyar kir bi alîkariya jinan wan karibû vê baxçeyê vekin.
Her wiha dayîka 2 zaroka a hemşîre jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got; Ev der cihê baweriyê ye.