Şengal..Li gundê Herdanê vekirina gorên komî destpê kir

Beriya 7 salan, dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezar welatiyên Êzidî hatin kuştin û revandin. Heta niha jî aqubeta bi hezaran kesên hatine revandin nayê zanîn. Çeteyên bi hezaran kesên ku qetilkirin jî di gorên komî de veşartin.
Li gundê Herdan yê Şengalê gorên komî hatin vekirin.

Li gundê Herdanê bi dehan gorên komî hatin dîtin û heta niha nasnameyên gelek qurbaniyan ne diyare.

Merasîm bi beşdariya Baba Şêx Elî Şêx Îlyas, gelek oldar û şêniyên gund dest pê kir.

Di merasîmê de peyamên sazî, rêxistin, partiyên siyasî û nûnerên NY û Iraqê hatin xwendin.

Fermandarê Heşdî Şeebî Xal Elî di merasîmê de axivî û bertek nîşanî peyamên ji aliyê rayedaren PDK’ê ve hatî xwendin da û got: “Di 3 Tebaxa 2014’an de ji ber îxaneta PDK’ê komkujî li komelgeha Herdanê hate kirin.

Kesên girêdayî aliyên siyasî axivîn û peyamên xwe dan.

Piştî wê peyama Babe Şêx hate dayîn.

Kesên bi navê serokatiya Herêma Kurdistanê peyam dan, tenê propagandaya xwe kirin û gotin: Me ji bo Şengalê gelek şehîd dane.”

Fermandarê Heşdî Şeebî Xal Elî bang kir ku divê hebûna van kesên bune sedema fermanê, bun sedema hezaran Êzidî werin qetilkirin, li ser xwe qebûl nekin.”

Back to top button