Hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin

Hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên Idlib û Hemayê bi çekên giran deverên hev dan ber topan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê tevî komên alîgirên xwe û çeteyan dewleta Tirk li bakurê rojavayî Hemayê deverên hev topbaran kirin.

Hat diyar kirin di heman demê, hêzên hikûmetê êrişî gundê Filêfil, Sifûhin û El-Fetîra ên li rojavayî Idlibê kir.

Hêzên hikûmetê 11 kes revandin

Çavdêriyê ragihand, hêzên hikûmeta Şamê li bajarokê Qemhana a li bakurê Hemayê bi ser malan de girt.

Hat diyar kirin di emcama serdegirtinê de hêzên hikûmetê 11 kes bi hincetên cuda revandin.

Bombeyek bi erebeyekê de teqiya

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku bombeyek bi erebeyek leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk ve, teqiya.

Hat diyar kirin di encamê de serçeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.

Back to top button