Li Til Temirê 23 şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn

Li Til Temirê bi amadebûna hemû pêkhateyan, 23 şehîdên meha Sibata 2015’an a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ’ê de hatin bi bîranîn.

Sibe salvegera 7’an a êrişa DAIŞ’ê ên li ser Til Temir û gundewarên wê yên Xabûr ê ku tê de asûrî hene ye.

Bi vê wesîleyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûrî merasîma bîranîna şehîdan li navenda meclisê li dar xist.

Bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Til Temir û pêkhateyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Pir kes di merasîmê de axivîn û şehîdên komojiyên ku beriya niha bi 7 salan di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn bibîr anîn û gotin:

“Bi saya hevgirtina gelên herêmê û têkoşîna şervanên QSD’ê herêm ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bû.”

Ev komkujî ji rêzekomkujiyên bi destê osmaniyan ên li deşta Nînewa ye.”

Ev roj ji rojên bi êş in û nayên jibîrkirin. Bi saya fedekariyên van şehîdan em îro bi ewle û aştî dijîn.”

Kesên axivîn soz dan kuewê heta dawî parastina gelê xwe bikin û dev ji xak û destkeftiyên şehîd û gelê xwe bernedin.”

Merasîma bîranînê bi pêşxistina mûman li pêş avahiya meclisê bi dawî bû.

Back to top button