Tirkiye..Li zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên Kurd

Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nijadperest êriş bir ser 3 xwendekarên kurd. Xwendekarên ku bi êrişa nijadperestan birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nijadperest ku ji 30 kesî pêk dihat êriş bir ser 3 xwendekarên kurd.

Xwendekar Botan Artûç û Feyzî Akan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.

Hat diyarkirin ku xwendekarên birîndar hê jî tên dermankirin.

Koma nijadperest ji sibehê ve li nava zanîngehê de bela xwe li xwendekarên kurd dide.

Back to top button