Kurdistaniyên li Lubnanê piştevaniya pêngava azadiya fîzîkî ya Ocalan kir

Kurdistaniyên Ii Lubnanê piştgirî û tevlêbûna xwe ji pêngava neteweyî ya ku ” Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navnetweyî ” dest pê kir, ragihand. Ev însiyatîf bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxe.

Têkildarî mijarê kurdistaniyên li Lubnanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Li ser navê kurdistaniyên li Lubnanê em piştgiriya xwe ji banga Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî radigihînin.

Ji ber ku evv xwestekeke mirovî û wijdanî ye.

Dê demokrasî, ewlehî û aştiyê geş bike û mafên mirovan bi giştî misoger bike.

Û çareseriyeke guncaw ji doza Kurd re bîne.”

Kurdistaniyan da zanîn ku em dibînin ku guhdarkirina li vê xwestekê dikeve xana destpêkirina danûstandinên aştiyane.

Dê bi wê re îstîqrar li hemû herêma Rojhilata Navîn misoger bibe.

Ji ber doza Kurd dozeke cîhanî û herêmê, her wiha dozeke neteweyî ye.

Back to top button