Gelek alî dijbertiya gelên herêmê dikin û hewl didin şerê taybet û fitneyê di nava civakê de belav bikin. Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif da zanîn ku li hember şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê civak xwe bi çeka zanabûnê xurt bike.
Ehmed El-Yûsif diyar kir ku Herêm di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe,herêm ji hemû aliyan rastî êrişan tê û got :
“Ji ber şerê taybet ên li dijî herêmê diyardeyên neyênî di nava ciwanan de derbas bûn, mîna hişbir, û hin sûcên derexlaqî.
Sedema van jî valahiya fikirî, îdeolojî, belavkirina fitne û tirsê ye.
Li hemberî şerê derûnî zanabûneke mezin a gel pêwîst e .
Ji ber ku hin alî hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin .”
El-Yûsif da zanîn ku Rêveberiya Xweser xebat dike ku pêkhate û etnîkên li herêmê hevgirtî û yek bin.
Ehmed El-Yûsif dawiyê got:
Divê em ciwanên xwe bi zanabûnê bi çek bikin û ji zarokên xwe haydar bin da ku nekevin pey hişbir û kiryarên xerabkirinê yên din.