Putin: Armanca sereke ewlekariya Rûsya ye

Bi gotinekê, rewşa Ûkrayna di nava metirsiyê de ye. Serokê Rûsya Putin yê helwesta lewaz ya welatên rojava dibîne, hîna jî gotinên xwe tujtir dike. Putin got, mijara ewlekariya Rûsya ne cihê nîqaşê ye. Koşka Spî jî ragihand ku di nava rewşa heyî de, hevdîtinek navbera Biden û Putin ne pêkane. Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken hevdîtina xwe ya li gel hempişeyê xwe yê Rûsya Lavrov betal kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku di peywendiyên navneteweyî de ew ji diyaloga rasterast re vekirî ne, lê teqez kir ku ewlekirina kapasîteya parastinê ya welatê wî ji bo wan girîngtire.

Vladimir Putin di axaftina xwe ya bi boneya Roja Parastina Welat de, destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Rûsyayê ji bo parastina ewlekariya neteweyî, aramî, geşepêdana welatê xwe û jiyana aştiyane ya welatiyên wê hatine erkdarkirin.

Ajansa Nûçeyan a TASS ragihand ku Putin gotiye;

“Em dibînin ku rewşa navneteweyî çiqas dijwar e, wek sîstema kontrolkirina çekan an jî çalakiyên leşkerî yên NATOyê û zehmetiyên heyî çi metirsiyan derdixin holê.”

Serokê Rûsya careke din dubare kir ku berjewendî û ewlehiya welatiyên wî ne mijara nîqaşê ne.

Koşka Spî: Niha hevdîtin nepêkane

Beriya ku Putin her du herêmên li rojhilatê Ûkraynayê weke komarên serbixwe nas bike, fikra lidarxistina lûtkeya di navbera wî û Serokê DYA Joe Biden de hebû.

Ev yek jî bi însiyatîfa Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hatibû çêkirin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki duh êvarê di daxuyaniyekê de ragihand ku di vê qonaxê de ti hevdîtinek di navbera Biden û Putin de pêk nayê.

Psaki diyar kir ku ew deriyên xwe bi temamî li ber dîplomasiyê nagirin, bi şertê ku Rûsya leşkerên xwe vekişîne.

Blinken hevdîtina xwe ya li gel lavrov betal kir

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken ragihand ku ew hevdîtina xwe ya plankirî ya sibê ku dihat payîn li Ceneva Swîsreyê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re pêk bianiya betal kiriye.

Amerîka şandina leşkerên Rûsî bo herêmên cudaxwaz ên li rojhilatê Ûkraynayê weke “dagirkerî” bi nav dike.

Biden hişyarî da ku êrîşek gengaz wê “xeta sor derbas bike” û “cezayên giran” derxe holê.

Back to top button