Adil El hadî:Daxwazên şêniyên Swêdayê rewa ne

Têkildarî xwepêşandên Swêdayê û daxwazên şêniyên wê, parêzer û çalakvanê siyasî Adil dibêje:
“Daxwazên şêniyên Siweydayê rewa ne û divê hikumeta Şamê wan bi cih bîne.” 

Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El-Hadî yê ji Siweydayê li ser rewşa dawî û xwepêşandanên li wir ji ajansa Hawarê re axivî.

Adil El-Hadî dibêje:

“Hikumeta Şamê ji ber desthilat û zihniyeta xwe ya çewisandinê, daxwazên gel paşguh kir.

Daxwazên xwepêşanderan ên pêkanîna modela Rêveberiya Xweser rewa ne.

Ji ber ku ev model ji pergala navendî ya çewisandinê serkeftîtir in.”

Diyar e ku rejîma navendî ya li Sûriyê, tenê çareseriyên çewisandinê dizane û tiştek ji tecrubeya 10 salên borî negirtiye.”

Tecrubeya rêveberiya xweserr rêyeke ji bo avakirina dewleteke rast

Li ser projeya Rêveberiya Xweser jî El Hadî anî ziman ku tecrubeya wê di şert û mercên dijwar de ava bû û ev got:

“Gelek hêzên hegemonîk xwestin vê tecrubeyê têk bibin.

Ruxmî wê jî bi ser ket û niha xwe bi pêş dixe.

Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dewletek rast û çûyîna ber bi sîstemeke demokratîk ve, navgîn û rêyek e.

 

 

Back to top button