Gelo wê gel sûdê ji biryara dadgeha fedral a derbarê petrolê de bigre?

Piştî biryara Dadgeha Federal a nerewabûna qanûna petrol û gaze ya herêma Başûrê Kurdistanê, aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de zêde bû. Pisporên ji Iraqê diyar kirin ku ev biryar wê tevgerên desthilata Hewlêrê lawaz bike û wê Hewlêr nikaribe mîna berê petrolê bifroşe.

Têkildarî bandorên aborî û siyasî yên biryarê şîrovekarê aborî Dr. Bariq Şibir axivî.

Bariq Şibir diyar kir heger avakirina hikumetê bi serkêşiya Tevgera Sedir bi ser bikeve dibe ku ev biryar were rawestandin û got:

“Biryara dadgeha federal stratejîk e, dibe ku rêgezên lîstoka siyasî biguhere .

PDK’ê bi rêbazê xwe yê taybet û li gorî berjewendiyên xwe ne li gorî berjewendiyên Iraq vê biryarê şîrove dike.”

https://twitter.com/soranomar4?lang=ar

Endamê Parlamantoya Iraqê Soran Omer Seîd li ser vê mijarê got:

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê bêyî agahdariya hikumeta federal zêdetirî 50 peymanên îstismarkirina petrol û gaze îmze kir.

Ev biryar Ne adil û ne destûrî ye.

Li dijî mafên destûrî yên herêma Kurdistanê ye û nayê qebûlkirin. ”

 

Back to top button