Bîlançoya qurbaniyên ji ber lehî û şemitîna axê li Brazilya gihîşt 186 kesî

Bîlançoya qurbaniyên ji ber lehî û şemitîna axê ya 15’ê Sibatê li Brazilya rûdayî giran dibe. Barana herî zêde bandûr li bajarê Petropolîsê kirî heta niha bûye sedema mirina 186 kesî. Hîna jî kesên winda hene.

Polîsên xwecih ragihandin ji bobelatê ve termê 113 jin û 73 mêrî dîtine.

Polîsan her wiha diyar kirin 33 zarok jî mirine.

Li gorî rayedaran 69 kes hê jî winda ne.

Ji ber vê, tê gotin dibe ku jimara kesên mirine zêdetir bibin.

Li Brezilyayayê bi rengekî çele-xwehrî avakirina bajaran dibe sedema lehî û şemitîna erdê bandora xwe zêdetir be.

Hikûmeta Brezilyayê hişyar da û got; Dibe ku li vê herêma çiyayî ya Rîso hê jî erd bişemite.

Çileya 2011’an li Petropolîs, Nova Frîbûrgo, Itaîpava û Teresopolîsê ji ber lehiyê û şeqitîna erdê herî kêm 900 kes miribûn.

Back to top button