Dadgeha Federal a Iraqê civîna ji bo namzetiya serokomariyê derengxist

Li Iraqê hilbijartina serokomariyê yek ji krîza herî sereke ya li welate. Dadgeha Federal a Iraqê civîna xwe ya li ser namzetên nû yên serokamariyê paşxist.

9’ê Sibata 2022’an parlementoya Iraqê bi biryara serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî carek din derî li pêşiya namzetên nû yên serokkomariyê, vekiribû.

Ev biryara serokê parlementoyê bi xwe re nerazîbûn anîbû.

Parlementerê serbixwe Basim Xeşan li Dadgeha Federal li ser vê biryarê gilî kiribû û wek biryarek ne yasayî binav kiribû.

Li ser giliyê hatî kirin, îro Dadgeha Federal a Iraqê civiya da ku biryar li ser yasayîbûn yan jî ne yasayîbûna biryarê bide.

Li gorî zanyariyan di civînê de hatiye gotin dubare vekirina derî li pêş namzetiya serokkomariyê ne yasayî ye.

Lê dadgehê bi fermî biryara xwe ya li ser vê mijarê neda û civîna xwe ji bo roja 3 Adara 2022’an derengxist.

Ger dadgeh biryar bide ku ev biryara serokê parlementoyê ne yasayî ye, wê demê wê mafê namzetiya Rêber Ehmed ê PDK’yî ya ji bo serokomariyê were red kirin.

Back to top button